Kurd dibêjin : "wateya navê Jinê Ji jiyanê hatiye" ango jin bi xwe jiyan e ,û kurd dîsa dibêjin : "jin afret e" û wateya afretê Ji afirandinê Hatiye.
Ereb dibêjin "jin şeref e" çimkî wateya gotina şeref bilindbûn û pakmendî ye , lewra jin bûye şeref .
dêmek jin jiyan e û bê wê jiyan naçe serî û bi rûmet nabe , jin afret e çimkî ew mirovek herî giring e di afirandina jîn û gerdûn û hebûnê de .
Eger jin evqas peyv û wateyên xweş be di nav rûpelên peyv û gotinên me de, çend pirs xwe didin Pêş :
Çima jin li ser xaka riyalîzmê vî cihê Bilind û ronak nagire!?.
Çima ta îro jî civak wê dibîne şeref û namûsa mêr. heta mêr bi xwe rodanê Didê Xwe ku ew hemî tiştên nebaş bike( serserêtî tolazî çavliderî ) bê ew xwe bibîne bê namûs u şeref çimkî jinên malbatê Hevdenk u pak sinçî ne ?.
Civak şerefê Di kû de dibîne ?.
mixabin civak şerefê di nerînên jinê Dibîne , û di gotinên wê de dib,ne û di lerzandina hestên wê de dibîne , ta liser van lerzan tête kuştin .
Çima kuştina jinê wisa hesan e liba me ?. nemaze ku ev jin xwîşk e, yan keç e , yan kebanî ye . Çima jin bi tenha xwe barê şeref u namûsê hildigre ?. Çima ew bi tena xwe tawanbar dibe? ma kuştina wê ne tawanbariyek mezin e !?
Evînî mafek kesayetî ye , her mirov di nav pêlên wêde avjeniyê dike bê kû karibe hefsarê coş û hestên xwe control bike ,û çawa mêr yan nêr nikare çareseriya vê jana bê derman bike , jin jî wisa nikare , belê Jin tête nasîn wek mirovek hestnerm û dilnazik û ew gelek aloziyan dibîne heta ew guîna wan hestan divemirîne yan diveşêre .
Jiyan bi xwe naçe serî bê mê û nêr , lewma jiyanê ev xelata pîroz da herdû aliya ( xelata evînî û heskirinê) da ew temenê xwe bi vê xelatê derbas bikin , û baş tê zanin ku jînê tu cidabûn nekiriye navbera mê û nêr di belavkirina vê xelatê de û wê xwest kû ev xelat bibe nehînek pîroz di navbera coş û hestên wan de da çerxa Gerdûnê bi xweşî bero hebûna herdemî biçe. Lê pirsa me ewe:
Çawa ev asaya jiyanê ya dadmend vajî bû, û qulipantî hev bû heta nêr behra şêr bir , û ya mê behra herî piçûk bir .
Kê ev yase qulipantî hev kir û yasayek nû afirand ku evînî û heskirin ji mêr re helal û eşkere be û ji jinê re heram û qedexe be û ji mafê mêr be , evîniya xwe bi de nasîn hergav û herdem bê tirs û çîrokan li pehlewaniya xwe di dîlana evîniyê de bide xuyanî , lê jin liba hinek ji me belkî bête kuştin eger ew lerzandina hestên xwe eşkere bike .
Kî evê mijara( tawanên şerefê) geş dike di nav civaka rojhilata navîn de û çima di rojhilatê de û di welatên dibêjin wan ( weltên cîhana sisiyan) ev mijar tête xuyan û geşkirin ?. Kê qepaxa yaseyî û olî didiyê û kî dixwaze Jin bibe qurbana rewişt û ramanên me yên çewt û şaş .
Ez dibînim bersivên van pirsan bi hesanî nayên , çimkî ne kesek bi tena xwe bi vî karî radibe , û di vî warî de çend kes jî nikarin tiştekî bikin , lê berpirsiyarî dikeve li ser hemî texlîtên civakî bi jin û mûran ve û dikve li ser hemi perpirsyarên fermî u rêxistin u saziyên fermî u civakî û gişt .
Jinê dikujin da ew şerefa xwe ji gemara edebsiziya wê bişon , lê jin bi xwe wê çawa şerfa xwe bi parêze dema mêrên malbatê bikevin di gola şaşitî û nebaşiyê , yan mêr nabe şeref û namûsa jinê ?.
Ez dibînim jin ji sitimkariya civakê û yasa û ramanên wê yên şaş xilas nabe heta kû yasayek derkeve û pênesîna xwe eşkere bike kû :
Jin mirovek serbixwe ye wek mêr û jiyan bi alîkariya jin û mêr tewan dibe , u bero xweşiyê de dice , lewra pêwîst e şerefa mirovan bi giştî bi karên wan yên rojane ve girêdayî ye û di dan û sitandina wan bi kesayetiya wan û bi mirovan ve .